Hikûmeta Iraqê têkildarî xwepêşandanan lêkolîn da destpêkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê derbarê xwepêşandanîn duh ên li Bexdayê de lêkolîn da destpêkirin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, bi biryara Ebdulmehdî derbarê xwepêşandanên li Bexda çend cihên din de, lêpirsîneke bilez hatiye destpêkirin.
Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî gotiye, ew ti ferqê naxin di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de, lê ew kesên bi zanebûn aştiya gel û raya giştî xirab dikin û dirûşman bilind dikin û dibin sedema mirina mirovan, baş nas dikin.
Ebdulmehdî herwiha daye xuyakirin, daxwazên gel dê li gor qanûnan bên bicihanîn û tekez kiriye, ji bo ku ew bizanin daxwazên gel çi ne, komîteyên taybet hatine pêkanîn.
Serokwezîrê Iraqê bang li gelê Iraqê jî kiriye ku aram tevbigerin û derfetê nedin wan kesên ku li dijî Iraqê tevgeran dikin.
Her têkildarî xwepêşandanan, Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih jî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand, xwepêşandanên aştiyane di bin siya destûrê de ne, ciwanên Iraqê li benda derfetên kar û damezrandinê ne û got: “Bicihanîna van daxwazên rewa erkê me ye.”
Roja bihorî li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê derketin û di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de alozî û pevçûn derket.
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê jî teqe li xwepêşanderan kirin, ku di encmê de li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê kesek hatiye kuştin û zêdetir ji 200 kesan birîndar bûne, ku 40 kes ji wan ji hêzên ewlekariyê ne.
Xwepêşanderên nerazî, li dijî gendeliya li welat û herwiha nebûna derfetên kar derketibûn ser cadeyan û daxwaza dabînkirina xizmetguzarî û peydakirina derfetên kar dikirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
