شبكة لالش الاعلامية

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li ser 6. salvegera komkujiya Şingalê

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li ser 6. salvegera komkujiya Şingalê

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta şeşemîn salvegera komkujiya ku DAIŞê anî serê kurdên êzîdî, peyamek belav kir.

6 sal berê û roja 3 Tebaxa 2014, terorîstên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin û bi hezaran kurdên êzîdî revandin, kuştin, şerjê kirin. Bi sedan hezar êzîdî jî koçber û derbider bûn.

Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, îro bi êşeke kûr ve bîranîna şeş saliya Jenosayda Êzidiyan û karesata Şingalê dikin. Bi rêz û rûmetê ve wan hemû xwîşk û birayên me yên Êzidî bi bîr tînîn ku bûne qurbaniya tawankariyeke bêhevtaya terorîstên DAIŞê. Ti kesekî bawer nedikir di sedsala bîst û yekê da mirovayetî careke din mergesateke wiha dibîne ku hemû cîhanê şok dike. Silav û dirûd ji bo giyanê pakê qurbaniyên karesata Şingalê û tevahiya xwîşk birayên Êzidî.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa wê birîna kûr dike û dibêje, di demekê de vê bîranîna bi êş dikin, mixabin hê jî ji birîna xûşk û birayên me yên Êzidî xwîn jê diçe û bi hezarên wan li wargehên koçberiyê dijîn. Şingal û navçeyên din ên Êzidiyan hê jî nehatine avedankirin û bingeheke baş ya vegerana aramiyê û vegerana jiyana wan tê de nîne. Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.

Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de dûpat dike, ku Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avedankirina Şingalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Her wiha li ser asta navdewletî jî kar dike heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Unitad vê tawanê bi jenosayd binasênin û tawankaran jî didin dadgehê û qurbaniyan qerebû dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa kevnarbûna êzîdiyan dike û dibêje, xûşk û birayên Êzidî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejiyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Em di vê salvegerê de tekeziyê li ser kûrkirina wê çandê dikin û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikin ku Kurdistan bi landika aram û parastiya me hemûyan dimîne. Her wiha soza ji bo kesukarên revandiyan jî dûpat dikin li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibin.

Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, silav li giyanê pakê wan Pêşmergeyên qehreman ku bi serpereştiya raste rast ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, Şingal rizgar kirin û bo wê navê da giyanê xwe bexşîn. Spas û pêzanîn ji bo wan hemû kesên li navxwe û derve hevkariyê pêşkêşê Êzidiyan kirin. Xwîşk û birayên Êzdî piştrast dikîn ji bo dabînkirina dadperwerî û paşerojeke baştir herdem li gel wan da dibîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçelê Kurdan: Keçelo Û Qijik (Çîrok)

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok