شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransa

Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransa

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe  Fransa û bi serokê wî welatî re hevdîtin dike.

Malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibê li ser vexwandina fermî ya serokê Fransa Emmanuel Macron serdana wî welatî dike.

Malperê daye zanîn, Nêçîrvan Barzanî û Macron dê sibê li koşka Êlîzê li Parîsê hevdîtin bikin.

Li ser naveroka hevdîtinê jî hatiye gotin, her du serok dê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê bi Fransayê re her wiha rewşa Iraq û Kurdistan û Rojhilata Navîn, nexweşiya Koronayê û bandorên wê, metirsiyên terorê, rûbirûbûna terorê û çend mijarên din gotûbêj bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeke Êzidî ji Kampa Holê hat rizgarkirin

Lalish Duhok

Şandekê qutabiyan ji zankoyên welatê Elmanya seredana peristgeha Laliş kir.

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Spasiya wan aliyan dikim ku li ser sozên xwe man

Lalish Duhok