شبكة لالش الاعلامية

Dîndar Doskî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê di encama bêhnfirehî û rijdbûna serokê hikûmetê de pêkhat

Dîndar Doskî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê di encama bêhnfirehî û rijdbûna serokê hikûmetê de pêkhat

BasNews – Siyasetmeder Dr. Dîndar Necman Doskî dibêje eger ji destpêkê ve di bin fişarên derve û navxwe yên li ser herêma Kurdistanê hebûn, bo radest kirina dosya neft, daha û gumrikan herêma Kurdistanê li gel Bexdayê rêkeftiba naha ev destkeft nedibûn. Bi bêhnfirehî û rijdbûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ya li ser bingehê destûra Iraqê, ji bo herêma Kurdistanê û mûçeyên fermanberan bidest hatiye.’’

Dr Dîndar Necman Doskî ji BasNewsê re ragehand, danûstan tên wateya dayîn û wergirtinê. Merc nîne hemû tiştê tu dixwazî di danûstanekî de bidest bînî. Ya giring ew ya bidest hatiye di berjewendiya giştî de be û got: ‘’Pejirandina budceya Iraqê çend destkeftekî wê dê hebin bo gelê Iraqê, herwaha bo herêma Kurdistanê jî. Ji ber di guftûgoyên vê carê de hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Bexdayê serkeftîbû û destkeftên baş bo herêma Kurdistanê dê hebin.’’

Herwaha ragehand, rêkeftin di demekî de pêkhat ku hikûmeta herêma Kurdistanê di bin fişareke zêde ya navxwe debû. ‘’Dikare bê gotin ev destkefte encama rijdbûna serokê hikûmetê Kak Mesrûr Barzanî de bûye, ku qebûlî nekir îdareya gelê bişkêne û rijd bû li ser mafên destûrî yên herêma Kurdistanê û dest jê berneda. Gelek alî û kesên navxweyî herêma Kurdistanê bi aşkera dixwastin her tişt ji Bexdayê re bê radest kirin û ti tiştek nemîne bi navê herêma Kurdistanê, lê wan şikest xwar.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Metran Reban mirovekî niştimanperwer bû

Lalish Duhok

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Rûsyayê li hev dicivin

Lalish Duhok

DUHOK – Du zarokên şingalî karên giran dikin

Lalish Duhok