Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li general Richard Bell kir
BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeka hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro çarşemê 14ê Tîrmeha 2021ê pêşwaziya Cîgirê Fermandeyê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê General Richard Bell û şandeke li gel wî kir.
Di civînê de pêşketinên dawî yên şerê terorê û gef û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, alîkarî û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê û erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê guftûgo kirin û nirxandina rewşê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de kir û balkişand li ser girîngiya rahênan û meşqpêkirina Pêşmerge ya ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve kir.
Ji aliyê xwe ve General Bell xweşhaliya xwe ji bo alîkarî û hemehangiya hêzên wan ya li gel aliyên peywendîdarên li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û hemahengî û alîkariya di navbera Pêşmege û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna DAIŞê bi pêwîst zanî.
Her du alî li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo nehiştina yek cariya DAIŞê û alîkarî û hevbeşiya bi navê dabînkirina aramiya li Iraq û navçeyê hevra bûn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
