شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îtalyayê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îtalyayê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îtalyayê yê nû li Hewlêrê Michele Camerota civiyan û di wê hevdîtinê de peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 23yê Mijdara 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Îtalyayê yê nû Michele Camerota.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, bi destbikarbûna Michele Camerota pirozbahî li wî kir û hemû piştevaniyeke ji bo serkeftina wî ya li erkên wî ya li Herêma Kurdistanê derbirî.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevaniya serbaziya Îtalya li Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî DAIŞê û alîkatriyan bo Pêşmerge û hevkariyên mirovî yên ji bo koçber û penaberan spasiyên xwe pêşkeş kir.

Ji aliyê xwe ve Konsolê Îtalya yê li Hewlêrê xweşhaliya xwe nîşan da ku li Herêma Kurdistanê destbikar dibê û hêvî xwest bikare peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibe, bi taybetî di warên bazirganî, aborî, kultûrî û perwerdehiyê de.

Michele Camerota herwiha ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna DAIŞê de spasî kir.

Rewşa belavbûna vîrusa corona, karê tîmên Îtaliyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê yên di warê şûnewariyê de, egera vekirina beşa zimanê Îtalî li zanîngehên Herêma Kurdistanê û geşta rasterast a asmanî ji Îtalya ve bo Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke din mijarên gotûbêjên hevdîtinê bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

 Serok Mesûd Barzanî: Bi helkefta serê sala 2022 ya zayînî ve careke din tekez li ser peyama aştiyane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin

Lalish Duhok

Hillary Clinton: Tawanên DAIŞê li Dijî Kêmanîyan Jenosîd e

Lalish Duhok

Li Şingal Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya 2 heza malbatên koçber dike

Lalish Duhok