شبكة لالش الاعلامية

13 xelat di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de hatin dabeşkirin

13 xelat di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de hatin dabeşkirin

Duhok (Rûdaw)  Duh 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bidawî hat û 13 xelatên wê hatin belavkirin. Festîvala Filman a Duhokê 8 rojan berdewam kir ku tê nîşandana filman û sazkirna semînar û komxebat hebû.

13 xelat 8mîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê hatin dabeşkirin. Fîlma “Sedîq û Piling” xelata baştirîn fîlm wergirt. Erselan Emîrî derhênerê Fîlma Zalava wek baştirîn derhêner hat hilbijartin.Fîlma “Govenda Elî û Zînê” xelata rexnegrî ya cîhanî wergirt.

Derhênerê fîlam Sedîq û Pilingê Rêber Doskî got: “Em gelekî keyfxweş in filma herî baş derket li fêstîvala Duhokê. Çîroka me li ser sirûşta Kurdistanê bû ku em Kurd gelk ji çiyayên Kurdistanê û hez dikin û ew jî me berdewam diparêzin.”

Derhênerê fîlama Govenda Alî û Zinê, Mehmet Alî Konar jî got: “Ji bo min ezmûneke gelek baş bû. Ev sê sal e xelata rexnegirî ya cîhan  li festîvala Duhokê tê dayîn. Ez keyfxweş im îsal me wergirt. Ez spasiya jûriyan dikin û hêvî dikim ku festîvala Dukokê li cîhanê bibe festîvaleke bi nav û deng.”

Bi giştî 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dabeşkirin û xelatên hatine dabeşkirin ev in:

Fîlmê “Brother’s Keeper” a Ferit Karahan xelata baştirîn senaryo bi dest xist.

Kurtefîlmê “Heft Senfonî” bû serketiyê xelatê baştirîn kurtefîlmê Kurdî.

Kurtefîlmê “Great Isanbul Depression” bû serketiyê xelatê baştirîn fîlmê navnetewî.

Fîlmê Bêdengî, bû serketiyê xelatê lijneya daweran ji bo baştirîn kurtefîlmê.

Fîlmê “Jiyan” bû serketiyê xelata Yilmaz Guney ji bo baştirîn fîlma dirêj a navnetewî.

Belgefîlama “The other side of the river” bû serketiyê xelata baştirîn belgefîlmê navnetewî.

Erselan Amîrî, bû serketiyê xelatê baştirîn derhêner bo fîlma Zalava.

Fîlmê “Sidiq and the Panther” bû serketiyê xelatê baştirîn fîlmê Kurdî.

Fîlmê Namo, bû serkeftiyê xelatê lijneya dadweran a festîvalê.

Belgefîlma “Nanê Pîroz” bûye biserketiyê xelatê baştirîn belgefîlmê Kurdî.

Nevîd Ferczade, bûye biserketiyê xelatê ekterê herî baş ji bo fîlmê Zalava.

Nevîd Ferczade, bûye biserketiyê xelatê ekterê herî baş ji bo fîlmê Zalava.

Fîlmê “Govenda Alî û Zînê”, bû  biserketiyê xelatê Fîbirîşkî (xelatê rexnegirên navnetewî).

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok

Berêz”Şêx Şamo” pîrozbahyê‌ li brîkarê‌ nû yê‌ Wezareta Pêşmergey dike

Lalish Duhok

Eskere Boyik: Ez hiz dikim welatê xwe

Lalish Duhok