شبكة لالش الاعلامية

Gurcistan li Hewlêrê konsulxaneya xwe vedike

Gurcistan li Hewlêrê konsulxaneya xwe vedike

BasNews – Balyozê Gurcistanê Zaza Kandelaki di civînekê de ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, daxwaza welatê xwe ji bo vekirina konsulxaneyeke fexrî li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Wezareta Derve ya Iraqê îro Duşemê 12ê Berfanbara 2022yan ragihand, duh Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ofîsa xwe ya li bajarê Bexdayê pêşwazî li Balyozê Gurcistanê  Zaza Kandelaki kir.

Zaza Kandelaki di hevdîtinê de ji Fuad Husên re diyar kiriye ku vekirina Konsulxaneya Gurcistanê li Hewlêrê ji bo welatê wî girîng e, ji ber ku 3 hezar welatiyên Gurcistanê li parêzgehên Hewlêr û Duhokê dijîn.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hat diyarkirin, di civînê de pêwendiyên navbera Bexda û Tiflisî hatine gotûbêjkirin û herdu aliyan behsa vekirina deriyekî nû ji bo hevkariya navbera herdu welatan ji bo xizmetkirina berjewendiya herdu aliyan kirine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî bo Sûdanî: Eger niyeta çareseriyê hebe gelek rê hene ji bo çareserkirina kêşeyan

Lalish Duhok

ragehandina wezareta pêşmerge (Şêx Şamo) xelat kir

Lalish Duhok

Duhok.. agir berbû xîvetên awarên Êzidî

Lalish Duhok