شبكة لالش الاعلامية

Çavdêrekî siyasî: PKK bo berjewendiyên xwe ji çiyayê Şingalê dernakeve

Çavdêrekî siyasî: PKK bo berjewendiyên xwe ji çiyayê Şingalê dernakeve

BasNews – Çavdêrekî siyasî dibêje, çiyayê Şingalê cihekî stratejîk e û PKKê baregehên xwe li wir ava kiriye û nahêle artêşa Iraqê derbasî wir bibe.

Çavdêrê siyasî Hesen Miçî ji BasNewsê re got, PKK nahêle artêşa Iraqê derbasî çiyayê Şingalê bibe. PKKê ew der xistiye bin kontrola xwe û baregehên xwe li wir daniye û hêzên xwe li wir bicîh kiriye.

Hesen Miçî her wiha got, çiyayê Şingalê cihekî stratejîk e û bo kontrola tevahiya wê deverê jî girîng e, ji ber wê jî PKK naxwaze ji wir derkeve û nahêle artêşa Iraqê jî derbasî wir bibe.

Îro danê sibê dema hêzên artêşa Iraqê dixwastin derbasî gundên Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir li başûrê çiyayê Şingalê bibin, rastî hêzên PKKê hatin ji ber wê jî şer û alozî derket.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heweka çandina daran li komelgeha Dêrebûnê hate encamdan

Lalish Duhok

Rêveberiya Xweser li ser kuştina keça 20 salî doz vekir

Lalish Duhok

Bingehê Lalish ji ber çona Koçek Khalat sersaxî dixwaze

Lalish Duhok