شبكة لالش الاعلامية

Parlamentoya Kurdistanê 22yê Nîsanê wek roja rojnamevaniya kurdî pênase kir

Parlamentoya Kurdistanê 22yê Nîsanê wek roja rojnamevaniya kurdî pênase kir

BasNews – Di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de li ser pêşneyara aliyên peyvendîdar û lijneyên rewşenbîrî û ragehandinê, piştî şêwira li gel aliyên peyvendîdar bi dengên 101 endamên parlamentoyê ve roja 22yê Nîsanê wek roja rojnamevaniya kurdî hate diyar kirin.

Pêşneyar biryar ji çar beşên serekê û sedemên derketina wê biryarê pêktê û piştî pejirandinê ji aliyê endamên Parlamentoya Kurdistanê ve di rojnameya fermî ya weqayî ya Kurdistanê de dê bê belav kirin.

Roja 22yê Nîsanê roja derketina yekem rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan e, ku 22yê Nîsan a sala 1898ê ji aliyê Mîqdad Medhet Bedirxan û birayên wî ve li bajarê Qahîre ya paytexta Misirê derket.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xwekuştin nav ciwanên Şingalê de zêde dibe û heftiyekî de 4 ciwanan xwe kuştine

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Lalish Duhok

Desteya Bilinda Bingehê Laliş hevkarî gehandine 108 xêzanan

Lalish Duhok