شبكة لالش الاعلامية

Xwekuştin nav ciwanên Şingalê de zêde dibe û heftiyekî de 4 ciwanan xwe kuştine

Xwekuştin nav ciwanên Şingalê de zêde dibe û heftiyekî de 4 ciwanan xwe kuştine

BasNews – Qaymeqamê rewa yê Şingalê aşkera kir, diyardeya xwe kuştinê nav ciwanên sînorê Şingalê de pir zêde bûye û tenê di heftiyekî de heta îro 08.09.2020ê 4 ciwanên Şingalê dawî bi jiyana xwe anîne.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew 4 ciwanane xelkê Şingalê ne ku xwe kuştine û 3 kes ji wan kur û yek jî keç e.’’

Herwaha diyar kir ew hejmara xwe kuştinê di yek heftiyê de amajeyekî metirsîdar e û pêwîste lêkolîn û pêdeçûn li ser bê kirin û kar bê kirin bo çareser kirina wan sedeman ku ciwanên Şingalê bêhêvî dike û dawî bi jiyana xwe tînin.

Qaymeqamê Şingalê diyar kir, piştî koçberbûna xelkê Şingalê û vê rewşa naha li ser rewşê de hatiye, rewşên xwe kuştinê zêde bûne. Sedemê serekî yên piraniya wan xwe kuştinê aborî, bêkarî û bêzariya ji ber rewşa jiyanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingalê rê ji PDKê re nehate dayîn bengeşeya Helbijartinan bike

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Lalish Duhok

Bingehê‌ Laliş Almanya pîrozbahya kongrê‌ Konfîdrasyona Revenda Kurdistanî dikt

Lalish Duhok