شبكة لالش الاعلامية

Li herêma Kurdistanê 687 kesên din bi vîrusa korona ketin

Li herêma Kurdistanê 687 kesên din bi vîrusa korona ketin

BasNews – Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, li herêma Kurdistanê 687 kesên din bi vîrusa korona ketine.

Îro 08.09.2020ê wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî li ser tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, 24 demjimêrên borî de li herêma Kurdistanê 687 kesên din bi vîrusa korona ketine, 15 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî jyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin, 15 kesên jiyana xwe ji dest dane, 7 kes li wan li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û kesek jî li Raperîn bûye.

hat ragehandin ji 687 pêketiyên vîrusa koronayê 199 kes li Hewlêrê, 78 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Germiyan, 72 kes li Raperîn, 271 kes li Duhokê û 43 kes jî li Helebcê bi vîrusa korona ketine.

Li gor heman daxuyaniyê 321 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne, 213 kes li Hewlêrê, 32 kes li Germiyan, 49 kes li Raperîn û 27 kes jî li Helebcê ji vîrusa korona rizgar bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hijmareke dî ji Kurdên Êzdî hatine rizgarkirin ji destê‌ tîrorstên Da’ş

Lalish Duhok

Piştî 10 salan ji destê DAIŞê hat rizgarkirin: ‘Wan jin ji yekî dikirîn û difirotin yekî din!’

Lalish Duhok

Helly Luv û Mihemed Şêrwanî fîlmekî li ser revandina keçên êzdî çêdikin

Lalish Duhok