li Sinûnê ji ber hebûna PKK ahingên cemawerî ên cejna Newrozê nayêne pêkanîn
BasNews
Serokê Encûmena bajarokê Sinûnê ragehand ku, ji ber hebûna çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) û parastina rewşa ewlehiya welatiyan ahingên mezin bo cejna Newrozê li navçeya Sinûnê nayê pêkanîn.
Derbarê wê yekê Serokê Encûmena bajarokê Sinûnê Şêx Ilyas Xidir ji BasNewsê re ragehand ku, ev sal ji ber hebûna çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) û parastina rewşa ewlehiya welatiyan li sînorên Sinûnê ti ahing û çalakiyên cemawerî yê mezin bi helkefta cejna Newrozê nayê pêkanîn, tenê li ser çiyayê Şingalê agirê Newrozê tê vêxistin.
Da zanîn ku, niha rewşa Sinûnê arame û bazar vekirîne û çûnûhatin jî heye, herwiha Serokê Encûmena bajarokê Sinûnê ku, ew aloziyên ku, çekdarên PkK di 3.03.2107e pêkanîn gelekî bandora xwe li ser deverê kir.
Roja 3.03.2107e hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li navçeya Xanesorê li sînorên bajarokê Sinûnê ya Şingalê şer li dijî Hêzên Pêşmergeyên Roj ku, hêzekin ser bi pêşmergeyên zêrevanî ve ne pêkanîn, piştî wê fermandarê PKK bo kenala Afaq ragehandibû ku, ew bo şereke mezin xwe amade dikin û da zanîn ku, ew Iraqî ne û qebûlnakin Şingal bikeve ser Herêma Kurdistanê û dewleta Kurdî were ragehandin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
