شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Ermenîstanê dest ji karkêşana xwe ragehand

Serokwezîrê Ermenîstanê dest ji karkêşana xwe ragehand

BasNews – Serokwezîra Ermensitanê Nikol Pashinyan karvekişîna xwe ragihand.
Pashinyan ji Facebookê da zanîn ku ewê heta hilbijartinên pêşwext yên 20’ê Hezîranê wek şûngirê serokwezîr kar bike.
Jiber qanûnên Ermenistanê, bi Pashinyan re hemî wezîrên din jî karvekişîna xwe ragihandin.
Nikol Pashinyan, ku berê rojnamger bû, di sala 2018’an de piştî protestoyên aştîyane desthilata Ermenistanê bi dest xist.
Pashinyan piştî şerê Ermenistan û Azerbaycan ya li Nagorno – Qarabaxê, ku bi serketina Azerbaycanê dawî li cengê hatibû, bi bangên karvekişînê re rûbirû mabû.
Artêşa Ermenistanê di meha Sibatê de karvekişîna Pashinyan xwestibû û wî Serfermandar Onik Gasparyan ji kar dûr xistibû, lê serokomarê welêt Armen Sarkiyas ew biryar red kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xurtê Êzidî Keçka Êzidî ji xwere xwest u wê jîyana hevjîniyê pêkbînin

Lalish Duhok

Rêwresmên îmzakirin û belavkirina pertoka (Derdê Dila) hatine gêran

Lalish Duhok

Îsal 8 nexweşên Aidsê li herêma Kurdistanê hatine tomar kirin

Lalish Duhok