شبكة لالش الاعلامية

Heyder Ebadî êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir

Heyder Ebadî êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir

BasNews

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bombebarana îro ya Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir.

Di kongireyeke rojnamevanî de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bombebarana îro ya Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir. Ku, di wê êrîşê de 5 pêşmerge şehîdbûn û hejmareke din birîndar bûn, herwiha Hikûmeta Iraqê bi egera dubarebûna bombebarana Tirkiyê li ser xaka Iraqê, hişyarî da Tirkiyê.

Herwiha Hikumeta fedralî di daxuyaniyekê de da zanîn ku, ew dê bersiva Tirkiyê bidin û derbarê wê êrîşê bêdeng namînin.

Îro danê sibê firokeyên şer ên Tirkiyê çend navendên serbazî li Şingalê bombebaran kir, di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 8 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa III

Lalish Duhok

Daxwaz ji Serokê Meclisa Nûnerên Iraqê tê kirin jibo zêde kirina kotaya Êzdiyan li perlemantoyê Iraqê

Lalish Duhok

Li Şingalê perwerdeyê dest pê kir lê pirtûk û meteryalên pêwîst nînin

Lalish Duhok