شبكة لالش الاعلامية

Navenda Laleş a Rewşenbîrî daxwaz ji PKK kir ji Şingalê derkeve

Navenda Laleş a Rewşenbîrî daxwaz ji PKK kir ji Şingalê derkeve

BasNews

Navenda Laleş a Rewşenbîrî li Almaniya êrîşa Tirkiyê li ser Çiyayê Şingal û Hêzên Pêşmerge ku, di wê êrîşê de hejmarek pêşmerge şehîd û birîndar bûn şermezarkir.

Di daxuyaniyekê de Navenda Laleş a Rewşenbîrî li Almaniya derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Şingal û Hêzên Pêmerge wiha hatibû ragehandin:Em li Navenda Laleş a Rewşenbîrî li Almaniya bi tûndî êrîşa firokeyên Tirkiyê li ser Çiyayê Şingalê ku, tê de 5 pêşmergeyên qehreman şehîd bûn û hejmarek birîndar bûn şermezardikin, wê êrîşê ji bilî giyanê madî tirseke mezin xiste nav welatiyên sivîl, herwiha  jêrxayena wê navçeyê jî wêrankir.

Em li vir wê êrîşê şermezar dikin û daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin ku, navçeya Şingalê nekin meydana nakokî û pirsgirêkn xwe, barê wlatiyên Şingalê pir girane û gelek êşûazar dîtine, herwiha gelek karesat bi sere Kurdên Êzdî hatine, ji aliyeke din ve em daxwaz ji Civaka Navnetewî û Hikumeta Iraqê û Hikumeta Kurdistanê dikin Pkk ji Şingalê derxîne daku, ev êrîşên wiha dubare nebin.

Hêjayî gotinê ye ku Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî ji sala 2014an ve hawilên xwe dike û ji Pkk dixweze ku,  ji Şingalê derkeve daku, ew rewş dubare nebin, lê PKK redike ku, ji Şingalê vekişe, hebûna PKK di Şingalê rê li pêşiya vegerandina welatiyên sivîl digre û tirsê dixe dilê wande û nikarin vegerin ser mal û mulkên xwe.

Rehma xwedê li şehîdan be û silametî ji birîndaran re

Navenda Laleş a Rewşenbîrî -Almanya

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Me ji destpêka Kabîneya Nehem ve dest bi çaksaziyê kiriye

Lalish Duhok

Bingehê laliş Kempînek bo zêdetir ji 120 xwendekaran ve kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li şêxê eşîra Şemer şêx Ebdullah Himêdî kir

Lalish Duhok