شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Mana PKK li Şingalê rê li pêşiya Tirkiyê xweş dike

Şêx Şamo: Mana PKK li Şingalê rê li pêşiya Tirkiyê xweş dike

BasNews

Nûnerê Êzdiyan di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, eger PKK li Şingalê bimîne, dê karesatên ku hatin serê wê navçeyê dûbare bibin û dîsa xelk koçber bibin, ji ber ku navendên PKK gelekî nêzîkî xelkê sivîl in.

Şêx Şamo ji malpera KDP re ragihand: “Tişta ku em jê ditirsiyan qewimî û eger PKK li Şingalê bimîne dê xerabtir bi serê xelkê wê navçeyê were, ji ber ku Tirkiye berdewam gefan dike û mana PKKê jî rê li pêşiya Tirkiyê xweş dike. Mixabin jî qurbaniyên yekem jî Hêzên Pêşmerge bûn.”

Şamo wiha got: “Ev çendîn car e ku em daxwaz ji PKKê dikin ku ji Şingalê derkevin, lê guh nadin kesî û li ser karên xwe yên xerab berdewam in, ku ev yek jî dibe sedem ew xelkên ku vegeriyane Şingalê jî dîsa koçber bibin. Ziyaneke mezin gihandine xelkê Şingalê û eger dernekevin dê ew karesatên hatine serê Şingalê dûbare bibin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Projeyeka stratejîk li Zaxoyê dê çûnûhatina welatiyan hêsantir bike

Lalish Duhok

Dr. Sozdar Mîdî :Xuyakirina Pêximberê Ariyanî Manî

Lalish Duhok

Nadiye Murad: Ji bilî dadmendiyê ti xelatek nikare kerameta me vegerîne

Lalish Duhok