شبكة لالش الاعلامية

Rûhaniyê Êzidiyan: “Ewên çûne Îranê temsiliyeta me nakin”

Rûhaniyê Êzidiyan: “Ewên çûne Îranê temsiliyeta me nakin”

 

Serokê Lijneya Rûhanî ya Êzidiyan Babeşêx, heyeta ku li ser navê Ezidiyan çû Îranê rexne kir û got: “Agahiya me ji wan tune û ew nûnertiya Êzidiyan nakin.”

Babeşêx di daxuyaniya xwe ya li ser qenala Kurdistan24ê de ragihand ku ew ji heyeta li ser navê Êzidiyan çûye paytextê Îranê Tehranê bêagah in û “Ew nûnertiya Êzidiyan nakin. Em qebûl nakin ku tu kes li ser navê Êzidiyan û bê xebera wan biaxive.”

Serokê Lijneya Rûhanî ya Êzidiyan herwiha îddia dike ku ew kesên çûne Tehranê li ser hesabê hin aliyên derveyî dixebitin û “Ewên çûne Îranê çend kesên Şengalî û Bexdayî ne. Hev girtine û çûne. Ew bi tu awayî temsiliyeta bîr û boçinên Êzidiyan nakin.”

Babeşêx destnîşan kir ku Lijneya Rûhanî ya Êzidiyan tenê nûnertiya Kurdên Êzidî dike û wiha axivî: “Divê Şengal û herêmên din ên Êzidiyan vegerin ser Herêma Kurdistanê. Min ji Serok Barzanî re jî ragihandiye ku em beşek in ji Herêma Kurdistanê û ji vê paşde gav naavêjin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Bengladeşê ve hat vexwandin

Lalish Duhok

Çîroka jiyana Selahattin Demirtaş

Lalish Duhok

Li Komelgeha Şarya harîkarî li ser 20 xêzanên kêm deramet hatine parvekirin

Lalish Duhok