Civata Şingalê:PKK bazerganiyê bi dosyeya Şigalê dike
Serokê civata Şingalê diyar dike ku em hêvîdar bûn ku PKKe Şingalê col bike lê belê bi mixabinî ve wan partiyeke nû ava kir û wek diyare ew bazerganiyê bi dosyeya Şingalê dikin û ev yeke jî cihê qebûl kirinê nîne.
Serê civata bajarokê Şingalê, Weyîs Nayîf ji bo BasNewsê ragehand ku:”Ew Bazerganiyê bi êş û azarê Şingaliyan dikin mixabin 400 hezar welatiyên Şingalê penaberên û ji ber PKKê nikarin vegerne ser milk û malên xwe û heyama du salane ku Sinûnê hatiye rizgarkirin lê belê heta niha tenê seda 2 xelk vegeriya ser malên xwe û di demkê de ku divê Şingalê col bikin û rê xweş bikin ji bo vegera Şingliyan, astengên mezintir çê dikin.”
Di berdewamiyê de wî berpirsî got ku:”Heger bi alîkariya Herêma Kurdistanê nebaya yek kes li Şingalê nedihate rizgarkirin û pêşmergeyên qehreman heta niha 500 şehîd dane ji bo azadkirina Şingalê û niha nêzîkî 70 kîlometr sînorê Şingalê jî aliyên Pêşmergeyan ve tê parastin.”
Weyîs Nayîf herwaha got ku:”Mana PKKê li Şingalê bûye sedemek ku xelkê nekar vegere ser malên xwe û sed hezar car mixabin ku PKKe bazerganiyê bi dosyeya Şingalê dike.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî