شبكة لالش الاعلامية

Wî xortî 6 milyon dolar red kir

Wî xortî 6 milyon dolar red kir

Rûdaw

Mihemed Elî malpereke înternetê saz kir û ji bo standina malperê jê re teklîfeke bi 6 milyon dolarî hat, lê wî red kir.

Li gor nûçeya rojnameya The Sun, Mihemed Elî bi Chris Thorpe re malpereke nirxandina piyaseyê û xizmeta erzanî an lêgerîna kelûpelan saz kir.

Mihemed Elî diyar kir, ku ji bo malpera bi navê weneed1.com ji aliyê şîrketeke ji Amerîkayê teklîfa standina malperê bi 6 milyon dolarî hatiye, lê wî red kiriye.

Elî aşkere kir ku ew dibêje di siberojê de qîmeta vê malperê zêde bibe û ji ber vê yekê nefirotiye û got: “Ez dizanim ev rîsk e, lê ez dixwazim tiştekî cuda bikim.”

Herwiha tê gotin, ku Elî di sala 2014an de lîstikeke vîdeoyê çêkiriye û ji wê 40 hezar euro qezenc kiriye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

17emîn Pêşangeha Tirî û Hinguv li Dihokê tê lidarxistin

Lalish Duhok

Bikarhênerên Gmail ê li ser astê cîhanê gihişte milyarek kesan

Lalish Duhok

Di dîrokê de deh Ramanwerên Mezin

Lalish Duhok