شبكة لالش الاعلامية

Bingehê laliş duyemîn salyada Gundê Koço sax kir

Şêx Şamo bi hesanî birîna Koço nayê derman kirin

Tora Laliş ya ragehandinê \ Çinar Şemo

 

bi amade buna (Şêx Abdil Mahîmin ) nûnerê serok Barzanî û Babê Şêx u jimareke kesanên siyasî û rewşenbîrî û civakî û xelkekî zor bi taybet xelkê gundê Koço , îro li rekeftî 15\8\2016 li demê sibê desteya bilinda bingehê laliş li Duhokê duyemîn salvegera Gundê Koço bi çendîn çalakyan li hola konfransan li Duhokê sax kir .

 

li destpekê weke rêz grtin bo gyanê cangoryên Kurdistanê û Şingalê amadebuny xolekekê sekinin , paş pêşengeheke şêwekarî li dor karesata Şingalê hate ve kirin li gel nimayş kirina pertoka karesata Şingal ewa ku 21 vekolînên akadimî bi xweve di girt , ku ji alyê bingehî ve hatbu çap kirin, li paş re peyva bi xêr hatinê hate xundin , herwisa wek rêz grtin bo gyanê cangoryên gundê Koço mum hatin vêxstin û peyvên desteya bilinda bingehê laliş û hikumeta herêma Kurdstanê û nunerê Gundê koço hate xwandin.

 

di peyvekê de Şêx Şamo serokê desteya bilinda bingehê laliş û endamê perlemanê kurdstanê , behsa qurbanyên gundê Koço kir ku komkujya gundê Koço daxeke mezin bu ser millên her Êzidyekî û daxwaz kir ji civake nêvdewletî ev karesat bibte Cînosaîd û dyar kir ku cîhanê tevê ageh ji vê buyerê hebu, ji berku tawaneke mezin bu di derheqê Êzidyan de û bi hesanî biryna Koço nayê derman kirin , amaje bi wê yeke ji da kirin bila kes nebe regir hember pirojê dewlet buna Kurdistanê û destan bidin hev ji bo kurdistanke azad ku hemu netewe û pekhat tede bijîn , ew yek ji xweya kir ku kar tê kirin Şingal bibe îdareyeke serbexo û xelkê Şingalê bibne xwedî biryar .

 

herwisa (Abdil Xalq Babîrî) berpirsê leqa 1 ya PDK peyvek pêşkêş kir û got ” eva li Şingal hatye encamdan berdewamya çendyn tawanên dî yê bi serê Kurda hatiyn di drêjya dîrokê da , ku her demekî milletê kurd nêzî armancên xwe bu wê wesa dujmin dirba xwe danit ” ji alyê xweve Nayf Caso muxtarê Gundê Koço di peyva xweda da dyar kirin ” çend zanyary derbarey Gundê Koço dane dyar kirin û daxwaz kir nivêsîngeha revandyan pitr xemê li girtya bixwe , da keç û jinên di destê tîrorstên Da’şê da zo werin rizkar kirin .

 

her di chalakye da , raportek li dor Gundê Koço û tabloyeke honery ji alyê tîpa şarya ya honery ve li dor karesata Şingalê hat nimaîş kirin , ev çalakî bi gotina strana komkujya Koço ji bal herdu honermendan (Tahsîn û Alî Xidir Feqîr ) ve bi dawî hat .

11 10 16 15 14 17 9 12 13 7 6 5 4 8 2 3 1 14045956_981371408627434_9138745313033601786_n 14021730_981370675294174_3833204111547513828_n 10 13902744_981370691960839_6243738627531588107_n 6 4

20 19 22 23 25 24 26

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan, dê her welatê hemû pêkhateyan bimîne

Lalish Duhok

Ahingek bo zarokên aware li Şarya hat gêran

Lalish Duhok

Di roja pêncem a erdhejê de hejmara qurbaniyan her diçe zêde dibe

Lalish Duhok