Barzanî serkefina oparasyonê li hêzên pêşmerge pîroz kir
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar, digel fermandeyên hêzên pêşmerge li bereyê Xazirî kombû û serkevtina operasyonê li pêşmergeyan pîrozkir, li gorî zanyarîyên War jî, Barzanî dema du rojane, li bereyên şerî ye.
Êvarîya doh, Mesûd Barzanî, fermandarê giştî yê hêzên çekdarên herêmê, ku bi awayekê rastewxwe serpereştîya operasyona hêzên pêşmerge dikir, li bereyê Xazirî serdana sengerên pêşîyê yên pêşmerge kir û digel fermandarên pêşmergeyan kombû û dîmenê kombûn û serdana fermandeyên pêşmerge jî, tenê bi çavkên kamîreya War hatine wêne kirin.
Peyamnêrê War li bereyê Xazirî got, Barzanî her ji demjimêr çarê sibeye doh ve, wate du demjimêran berîya destpêkirina operasyonê, heta îro û ragirtina operasyonê jî, li bereyên şerî mabû û berdewam ji nêzîk çavdêrîya pêşveçûnên pêşmerge dikir.
Got jî , di kombûna digel fermandeyan da, Barzanî serkevtina operasyonê li hêzên pêşmerge pîroz kir û rênmayên xwe parastin û bicîh kirina sengeran li deverên nû rizgarkirî, dane hêzên pêşmerge.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
