شبكة لالش الاعلامية

Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kir

Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kir

bi helkefta cejna Ser Sala ezidyan mes’d barzani daxuyaniyek belf kir

Ev jî deqa daxuyaniyê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzîdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên Kurdên Êzîdî li Kurdistan û Cîhanê dikim.

Kurdên Êzîdî beşekî azîz û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne. Xweşî û êşên wan xweşî û êşên gelê Kurdistanê ne. Bi dirêjahiya dîrokê xuşk û birayên me yên Êzîdî bi sedema nasnameya olî û neteweyî tûşî karesatan hatine, lê belê pabendbûna wan ya bi nasnameya Kurdayetiyê û ola wan, hemû plan û sîtemekî li dijî wan pûç kiriye.

Spas ji bo xweda bi cangoriya Pêşmerge terorîstên Da’îş hatin têkşikandin û Da’îş baca tawanên xwe da û serê wan kete bin piyê Êzîdiyan û êdî nabê rê bê dayîn hîç karesat û êşeke din di derbarê xuşk û birayên me yên Êzîdiyan de dûbare bibê.

Li cejna serê sala Êzîdî da ewe dûpat dikîn ku gelê Kurdistanê palpiştê Êzîdiyane û rê jî nadîn hîç aliyek xwe li ser wan de bisepênê û biryardana li çarenivîs û paşaroja wan tenê di destê Êzîdiyan bi xwe da dibe.

Mesûd Barzanî
18.04.2017

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş cejna (Qewltas) li Kakeîyan pîroz dike.

Lalish Duhok

Hazim Mîr Tehsîn Beg: Daxwaza me ewe ku, welatên cîhanê kareseta Şingalê wek cînosayid nasbikin

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok