شبكة لالش الاعلامية

Deşnê Mûrad projeyên nû amade dike

Deşnê Mûrad projeyên nû amade dike

Rûdaw

Hunermenda kurd Deşnê Mûrad ragihand, ji bo paqijiya jîngeha Başûrê Kurdistanê, hin proje amade dike.

Deşnê Mûrad ji Rûdawê re ragihand: “Ez erdnîgariya Kurdistanê pir hez dikim. Hin projeyên min hene ji bo paqijiya jîngeha Herêma Kurdistanê. Herwiha vê biharê ji bo ku cih û deverên geşt û gerê werin paqijkirin, vegeriyam Kurdistanê.”

Herwiha Mûrad got: “Ez vê biharê, ne ji bo gerê, ji bo projeya berpirsyariya civakî hatim Kurdistanê. Di siberojê de xebatên me yên li ser jîngehê dê berdewam be. Li ser paqijiya siruşt û jîngeha Kurdistanê, bernamayeke televîzyonê amade dikim.

Deşnê Mûrad bi pêşkêşvaniyê dest bi karê televîzyonê kir û weke stranbêjek jiyana xwe didomîne. Deşnê weke “jîngehparêz û ajelhez” tê nasîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

AMED – Hunermendê kurd bûye çayfiroş

Lalish Duhok

Leyla dixwaze bi navê Kurdistanê bibe şaciwan

Lalish Duhok

Elman Emîn kilîpeka filklorî belavkir

Lalish Duhok