شبكة لالش الاعلامية

ŞINGAL – DAIŞ perîşan bû!

ŞINGAL – DAIŞ perîşan bû!

Çekdarên DAIŞê li Şingalê ji 4 milan ve êrîşê Hêzên Pêşmerge kirin lê 60 kuştî li pey xwe hiştin.

Îro seet 04:30ê danê sibê  çekdarên DAIŞê ji rojhilatê Şingalê ve, ji rexên navçeya Domîzê, Qabûsiye û Girûzêr ve êrîş anî ser çeperên pêşmergeyan û pêşmergeyan jî bi tundî bersiv da.

Yek ji fermandarê Hêza Pêşmergeyên Duhokê Xalid Hemzo ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkê 120 DAIŞî beşdarê vê êrîşê bûne û çekên sivik û giran bikaranîne.

Hemzo diyar kir li hindek deveran bi qasê ku bombeyên destî bavêjin hev, nêzîkê pêşmergeyan bûne lê nekarîne serkeftî bin.

Xalid Hemzo derbarê encamên pevçûnê de got:

“Pevçûnan çend demjimêran ajot. Ji 120 çekdarên ku hatibûn êrîşê, 60 ji wan hatin kuştin. 5 pêşmerge birîndar bûn ku me ew gihandine nexweşxaneyan. Çend pêşmergeyek jî bi sivikî birîndar in û pêwîstiya rêkirina nexweşxaneyê jî nedikir.”

Fermandarê pêşmerge herwiha daxuyand ku firokeyên şer jî ji rojhilatê Şingalê ve çekdar dane ber bombeyan.

Hemzo ragihand ku niha rewşa eniya Şingalê aram e, DAIŞiyan xwe vekêşqandine û termên wan jî li qada şer mane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Eskere Boyik: Ez hiz dikim welatê xwe

Lalish Duhok

Li Duhokê nexweşxaneyek ji bo pêketiyên penceşêrê tê dirustkirin

Lalish Duhok

Ayhan Demir : Çend mal helbesta doxtor

Lalish Duhok