PDK: Xwesepandina PKKê ya li Şingalê ti sûdekê nade
Rûdaw
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê ya li Çiyayê Şingalê ragihand, “Eger ev êrîş bi xeletî jî hatibe kirin, nayê qebûlkirin.”
Polîtbûroya PDKê derbarê êrîşa firokeyên şer ên Tirkiyê ya li Çiyayê Şingalê daxuyaniyek da û diyar kir; “Em ji bombebarankirina sengerên pêşmergeyên me nîgeran in û bi tundî nerazîbûna xwe tînin ziman. Tekez jî dikin, ku êrîşên bi vî awayî bi xeletî jî hatibin kirin, nayên qebûlkirin.”
PDK sedema bombebaranê bi hebûna PKKê ya li herêmê ve girêdide û dibêje; Careke din em vê rastiyê tînin bîra hemwelatiyên xwe û hemû aliyan, ku ev bûyer û bûyerên din jiber hebûn û xwesepandina PKKê ye. Hebûna PKKê ji bilî şer, alozî û astengiya li hember avadakirinê ti sûd û qazancekê nade gelê Herêma Kuridstanê.”
Di daxuyaniyê de tê gotin; “Ev ne yekemîn car e, ku hemwelatiyên me dibin qurbanê siyaseta ne rast a PKKê, ku qada karên xwe bicîh bhiştiye û bi neheqî şerê xwe veduguheze Herêma Kurdistanê.”
Polîtbûroya PDKê di daxuyaniya xwe de hevxemiya xwe ji bo malbata pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane anî ziman û ji birîndaran re jî şîfa xwest.
PDKê daxwaz ji PKKê kir, ku hêzên xwe yên li Şingalê vekişe û daxuyand; “Eger kêmek jî be xemxwarê gel bin bila ji Şingalê derbikevin. Bila dest jê berdin da ku li dewsa bombebarana Tirkiyê, destê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avadankirinê bigihe wê derê.”
Firokeyên şer ên Tirkiyê demjimêr 02:10ê danê sibê ya roja Sêşemê 25-04-2017, li Deriyê Geliyê Kesrê ya Çiyayê Şingalê baregahên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Fermandeya Taybet a Du ya pêşmergeyan bombebaran kirin.
Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan, 7 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî