شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Bingehê Laliş xizmeteka berçav pêşêşî kultura gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka êzîdî kiriye.

Serok Barzanî: Bingehê Laliş xizmeteka berçav pêşêşî kultura gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka êzîdî kiriye.

Tora Laliş : Serok Masud Barzanî bi helkefta 28 saliya damezirandina bingehê Laliş peyameke pîrozbahyê pêşkeşy tevaya Serok û endamên bingehê Laliş kir . Peyama Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Birêzan serok û endamên desteya bilind ya bingehê Laliş,

Bi helkefta bîst û heşt saliya damezirandina bingeha Laliş ez pîrozbahiyên xo arasteyî heweyên birêz û endam û kadrên bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên êzîdî dikem. Bingeha Laliş di salên borî da ligel hemî kosp û astengiyan, bi hewla kadr û rewşenbîrên civaka êzîdî berdewam pêş keftiye û xizmeteka berçav pêşêşî kultura gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka êzîdî kiriye.

Ez piştevaniyê li bizav û mandîbûna bingehî dikem û hêviya berdewamiyê û pêşkeftinê bo hewe û hêviya aramî û xoşiyê bo hemû xûşk û birayên êzîdî dixwazim. Her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xoşiyê de

Mesûd Barzanî

11 Gulana 2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Piştî xwepêşandanan Ebadî gav avêt: 3.5 milyar dolar terxan dike

Lalish Duhok

Bingehê laliş Pertukek nû weşand

Lalish Duhok

Ji çalakiyên Bingehê Laliş Şingal û nivîsgehên wê

Lalish Duhok