شبكة لالش الاعلامية

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Remezanê

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Remezanê

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand: “Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekîn, heta pêkve bikarîn xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikîn û ber bi paşerojeke baştir, bextewerî, aramî, parastina zêdetirê maf û azadiyan û yasa û dadgeriyê hengav bavêjîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna Remezanê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Cejna Remezanê bi germî li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan pîroz dikim.

Hêvîdar im xêr û xweşî û bextewerî ji bo hemûyan li gel xwe bîne, cejn û bîhnvedaneke aram bi ser bibin û helkeftên xwe yên di paşerojê de li rewşeke baştir û dûrî pejik û nexweşî û qeyran û aloziyan bigêrin.

Bila em hemû wate û çemkên cejnê li aştevayî û lêborînî û pêkhatina li gel xwe û dewrûberê xwe û hemûyan, bikin bingehek ji bo tevger û peywendî û hengavên paşerojê. Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekîn, heta pêkve bikarîn xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikîn û ber bi paşerojeke baştir, bextewerî, aramî, parastina zêdetirê maf û azadiyan û yasa û dadgeriyê hengav bavêjîn.

Bila li navxweya Herêma Kurdistanê û li tevahiya Iraqê cejn bikîn derfetek ji bo berevajiya yekcariya rûpelên rik û hevdû şikandin û zimanê zibir û bi dil û niyazeke paqij vekîn destpêka seretayeke nû ya tebayî û hevbeşî û alîkariya di navbera hemû alî û pêkhatên ji bo çareserkirina alozî û kêşe û derbaskirina qeyranan û em hemû li asta berpirsiyariya mirovî û niştimaniyê da bîn.

Cejna we hemûyan pîroz be, hemû salek bi xweşî.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê kir

Lalish Duhok

Robîna Tiyarî: Her cîhekî ku Pêşmerge lê nebe jiyan lê nîne

Lalish Duhok