شبكة لالش الاعلامية

Hejmara qurbaniyên erdheja li Bakur û Tirkiyê gihîşt 18 hezar û 991 kesan

Hejmara qurbaniyên erdheja li Bakur û Tirkiyê gihîşt 18 hezar û 991 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihîşt 18 hezar û 991 kesan.

Erdogan ragihand, di erdhejê de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîşt 18 hezar û 991 kesan, herwiha 75 hezar û 523 kes jî birîndar bûne û 6 hezar û 44 avahî hilweşiyane.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.

Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan rewşa awarte ragihandiye.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Tehsîn Beg bo sekreterê giştî yê NY: Bila Şingal bibek parêzgeheka Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok

Peyama Bingehê Laliş bo sala nû 2023ê

Lalish Duhok

Peyamek ji Bingehê Laliş derbarey bûyera tîrorstya evro li Duhokê

Lalish Duhok