شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd roleke girîng û dîrokî di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de lîstiye

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd roleke girîng û dîrokî di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de lîstiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 53 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, peyamek pîrozbahiyê arasteyî tevahiya nivîskar û edîbên Kurdistanê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re xwast.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat, “Yekîtiya Nivîskarên Kurd, di astên cuda yên têkoşîna gelê Kurdistanê de, di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de roleke girîng û dîrokî lîstiye û her dem bergirî di ber mafên gelê kurdistanê de kiriye.

Bi vê boneyê, bi rêz û pêzanîneke mezin em li têkoşîna geş a Yekîtiya Nivîskaran, nivîskar û rewşenbîrên welatparêz ên Kurdistanê dinêrin û em hêvîdar in ku ew li ser xizmetkirina zêdetir a prosesa kulturî û geşkirina ziman û wêjeya Kurdî û pêkvejiyana aştîyane ya di navbera pêkhatên cuda yên Herêma Kurdistanê de berdewam bin û di vî warî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke her carê Dê piştgiriya wan bike.

Silav bo giyanê pak ê nivîskarên şehîd û tevahiya şehîdên gelê Kurdistanê.”

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pentagon: PKK rê li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê digre

Lalish Duhok

Şêx Şamo xwendekarên serkeftî li ser astê deverdarya Şarya xelat kirin

Lalish Duhok

harîkaryên diravî bi ser xwendekarên beşdarî di xîvetgeha laliş ya duyê belavkirin

Lalish Duhok