شبكة لالش الاعلامية

Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşên xwe rawestîne

Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşên xwe rawestîne

Hewlêr (Rûdaw) Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Ehmed Mela Telal ragihand, hikûmeta Iraqê bi fermî derbarê operasyonên li nav axa xwe du nameyên nerazîbûnê daye Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê û daxwaz ji Tirkiyê kir, ku êrîşên xwe rawestîne.

Berdevkê hikûmeta Iraqê dibêje, hêzên Tirkiyê çendîn car e êrîşî axa Iraqê dikin û tekez dike: “Em van kiryaran bi tundî red û şermezar dikin, ku peywendiyên bihêz û demdirêj ên di navbera herdu gelên dost têk dide.”

Di daxuyaniyê de herwihatê gotin, “em daxwaz dikin demildest ew êrîş bêne rawestandin, ku aştiya navçeyî têk dibe, tevî ku êrîş e li ser serwerî, can û malê Iraqê.”

Ehmed Mela Telal destnîşan dike, hikûmeta Iraqê du nameyên fermî yên nerazîbûnê daye Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê û tekez dike, “hikûmeta Iraqê dê ji bo redkirina wan êrîşan û rawestandina wan, qanûn û prensîpên navdewletî bi kar bîne.”

Berdevkê hikûmeta Iraqê herwiha tekezî li ser wê yekê dike, ku “hikûemta Iraq di aliyê qanûnê û exlaqî de Tirkiyê bi berpirsyarê hemû zirarên mirovî û maddî yên êrîşên di nav axa Iraqê de dibîne.”

Ehmed Telal bang li civaka navdewletî jî dike, ku pêngavên pêwîst ji bo bihzêkirina istiqrara li navçeyê û selimandina mafê serweriya Iraqê ji bo parastina ax û gelê xwe bavêje.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikûmeta Efxanistanê radestî Talîbanê tê kirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bo John Major: Gelê Kurdistanê hevsozî û dostaniya we jibîr nake

Lalish Duhok

Fazil Mîranî: Hikûmeta Iraqê heye, lê dewlet tine

Lalish Duhok