شبكة لالش الاعلامية

Divê em bi zanîn û hêza xwe dîroka me ya hatiye guhastin û veşartin ronî bikin

Divê em bi zanîn û hêza xwe dîroka me ya hatiye guhastin û veşartin ronî bikin

Pirtûkeke delal derheqa pêşîyên Êzdîyan da

Kemal Tolan

Heval, dost û xwandevanên birêz!

Xwedê bêje herê, berpirsyarên Weşanên NAyê, dê di demek kurt de vê pirtûka min, a ku bi piştevaniya pismamê Celalê Hemê, ji gelek lêkolînên min, yên di derheqê dîroka welat, mîrgeh, beg, axa, cîh û warên êl-eşîrên Xaltanîyê, yên ku pêşîyên me Kurdên Êzdî, ku di nav herêma Xerzan, deşta Diyarbekir, Riha-Urfa, Cizîr-Mêrdîn, Hekkarî-Serhedê (Qars-deşta Rewanê) û Mereşê (Nizîp, Meletê, Kilîsê) de hebûn û bi taybetî jî yên li ser nasîn, berxwedan û kesayetên ji binemala Xwedê jê razî Zoro Axayê Êzdîyên Niqîba , her weha ji ber dîroknasîn û lêkolînên nivîskar birêz Xerzî Xerzan, Egît Yazar û Newaf Mîro hatiye dagirtin bighînine ber destên we birêzan!

Hêjayan ez baş dizanim, me di vê berhemê de, gelek sedemên ku dîrok, bawerî, nav û berxwedanên di welatê Xaltan de şaş hatine belakirin, guhastin û veşartin ronî kirine.

Hêvî dikim hûn jî bikaribin ji dîroka hatiye veguhastin, veşartin, şaşîtî û nerastiyan ra „bibêjin NA“.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingalê di navbera YBŞ û hêzên Iraqê de şer derket

Lalish Duhok

Andamên lijna danana reşnvîsa navxweyî yê civata bilinda êzidîyan hatin raqehandin

Lalish Duhok

Civînek derbarey Twafan li Laliş Êssîan hat lidar xistin.

Lalish Duhok