شبكة لالش الاعلامية

Serkomariya Iraqê: Hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye

Serkomariya Iraqê: Hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye

BasNews – Serkomariya Iraqê di daxuyaniyekê de êrîşa PKKê li ser hêzên Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê şermezar kir û ragihand, hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye.

Berdevkê Serkomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “hebûna leşkerî ya Partiya Karkerên Kurdistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û divê sînorek ji binpêkirinên wan ên aramiya Iraqê û ewlehiya welatiyên wê têk dide were danîn.”

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, “Destûra Iraqê rê nade xaka Iraqê ji bo gefxwarina li ewlekariya welatên cîran bê bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê rê li ber binpêkirina serweriya Iraqê were girtin û hêzên Tirkiyê yên li Herêm û Mûsilê vekişin ku ev yek binpêkirina prensîba cîrantiya baş e û li dijî belge û peymanên navneteweyî ye.”

Destnîşan kir jî, “Pêwendiya me ya bi Tirkiye re li ser bingeha berjewendiya hevbeş e û pirsgirêka sînor çareser dikin. Herwiha Iraqê red dike jî ku xaka wê bibe cihê nakokiya dijminane ya her aliyekî.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Bingehê laliş : birîndar kirina hestê Êzidya nayê qebul kirin

Lalish Duhok

Cejna Rojîyên (Êzî) Ya Xuşik û Birayên Êzidîyan Pîrozbê.

Lalish Duhok