Wezareta Pêşmerge bo Rûdawê: Di êrîşeke PKKê de 5 Pêşmerge şehîd bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Di êrîşekê de bo ser hêzên Pêşmerge li Çiyayê Metîna yê sînorê qezaya Amêdiyê ya parzêgeha Duhokê 5 Pêşmerge şehîd bûn û bi kîmanî 5ê din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge jî di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê dide ku êrîş di encama kemîneke ser bi hêzên PKKê de bûye.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de dibêje “Îro sere sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de tê gotin “Berê jî me hişyarî dabû, di egera çêbûna bûyerên bi wî awayî de, divê em hemû rêzê li sînorê herêmê bigrin û asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.”
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de tê gotin “Berê jî me hişyarî dabû, di egera çêbûna bûyerên bi wî awayî de, divê em hemû rêzê li sînorê herêmê bigrin û asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.”
Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Pêşmergeyan dixwest hinekî hêzên xwe belav bikin daku gundên wê navçeyê zêdetir biparêzin, neyên valakirin û rê li zêdebûna wan zeraran bigrin ku çend meh e berdewam e.”
Serbest Lezgîn got “Dema hêzên Pêşmerge ketine tevgerê, PKKê kemînek daniye û êrîşeke tirsonekane birine ser hêzên Pêşmerge û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 6 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”
Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Huner Reşîd ragihand ku li gor zanyariyên dawî di wê êrîşa îro serê sibehê roja Şemiyê (05.06.2021) de li Çiyayê Metîna yê sînorê qezaya Amêdiyê bo ser hêzên Pêşmerge bi kêmanî 6 Pêşmerge birîndar bûne û 5ê din jî şehîd bûne.
Du ji Pêşmergeyan li qezaya Amêdiyê tên çareser kirin û 4 birîndarên din ên bo Nexweşxaneya Bihewarveçûnê ya Duhokê hatine veguhestin bi navên Raid Salar Hesen, Neqîb Hêşwar Salih, Hogir Sadiq û Faris Mîro ne. Ew Pêşmergeyên şehîd û birîndar jî bûne ser bi Yekeya Endazyarî ya Hêzên Pêşmerge ne.
Navên pêşmergeyên ku di êrişa PKKê de şehîd bûne wuha ne Hejar Subhî Amedî (35), Îmad Marûf (36), Qaid Reşîd Kelekçî (35), Karwan Tofîq Dînarteyî (34), Nezwar Ebdulrehman (44).
Li aliyê din HPG jî di derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û dibêje “Sibeha îro hêzên Pêşmerge berve navçeyên Gerîla li Amêdî û Metîna tevger kirin. Ji bo rêgirtinê li pêşketina bêhtir a hêzan, hêzên me gule bi asman de berdane.”
Herwiha HPG di daxuyaniyê de wiha ragihand ”Piştî ku hêzên PDK’ê ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarîkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin. Ji wesahitên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin. Tespît nebûye bê ka mayineke berê hatiye danîn teqiyaye an jî êrîşeke hewayî çêbûye.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
