شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pîrozbahîyên xwe arasteyî Desteya nû ya bilinda Bingehê Laliş di ke

Mesrûr Barzanî pîrozbahîyên xwe arasteyî Desteya nû ya bilinda Bingehê Laliş di ke

Tora Laliş

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî desteya nû ya Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê kir, bi boneya bidawîhatina kongreya wan a 14emîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî desteya nû ya Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî û got: “Bi helkefta serkeftina kongreya çardemîn a Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî û hilbijartina desteya nû, germtirîn pîrozbahiyan li we dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim.”

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat jî: “Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî, xizmeteke berçav a kultur û çanda Kurdî kiriye, nemaze parastin û pêşvebirina kultura Êzidayetiyê. Hêvîdar im hûn di xebat û têkoşîna xwe de ji bo xizmetkirina pirsên niştimanî û pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Bingehê Laliş seredana Qaymqamya deverdarya Şêxan di ke

Lalish Duhok

Berêz Nemir: me hîvîyên mezin hene mafên Êzidîyan wê were bi cih kirin

Lalish Duhok

Îro yekem roja cejna Cemayê ya kurdên Êzdî ye

Lalish Duhok