شبكة لالش الاعلامية

Amerîkayê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Amerîkayê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Amerîkayê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir û wek “binpêkirina serweriya Iraqê” binav kir.

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê êrişa li ser mala hemwelatiyekî li gundekî ser bi Hewlêrê ve daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye,  “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, wê êrişê şermezar dike ku roja Şemiyê bi rêya firokeyên bêfirokevan, li Herêma Kurdistanê hatiye encamdan. Ev êriş nîşaneke zelal a binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Şeva derbasbûyî demjimêr 01.50 bi dronan êriş li ser xaniyê hemwelatiyekî pêk hat ku ew xanî li ser rêya Sêwale ye, li gundê Birax ê li nêzikî komelgeha Mela Omer a ser bi Hewlêrê ve.

Dezgeha Dije Terora Kurdistanê jî derbarê wê êrişê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “3 dron bi ber xaniyê hemwelatiyekî ketine li nêzikî gundê Birax li Hewlêrê û dronek jî li çiyayê Tarîn ket xwarê.”

Dije Terora Kurdistanê ragihand ku bi zimanê Erebî dirûşma, `Silav li te be, ey bedewiya Iraqê, bi navê Xwedê, Qasim Al-Jabbarin, ey xwedanê demê, ey Zahra` hatibû nivîsîn û du ji wan dronan teqiyane û yek jî neteqiyaye û “jibilî ziyana maddî, ti ziyaneke canî çê nebûye.”

Dije Terora Kurdistanê amaje bi wê jî dike, lêkolînên wan li ser wê êrişê berdewam in û dê encamên lêkolînan jî bo raya giştî eşkere bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî sersala Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto pîroz kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Em amade ne ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê

Lalish Duhok

Barzanî ji bo giştpirsiyê diçe Ewropayê!

Lalish Duhok