شبكة لالش الاعلامية

Bi wêne – Keçeke biçûk bi bahaneya namûsê li Rojavayê Kurdistanê hate kuştin

Bi wêne – Keçeke biçûk bi bahaneya namûsê li Rojavayê Kurdistanê hate kuştin

BasNews – Keçeke biçûk bi bahaneya pirsgirêka namûsê li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hate kuştin.

Girte vîdeoya li torên civakî de belav bûye de diyar dibe jî termê wê keça biçûk xuya dike.

Li gor zanyariyên berdest ew keç temenê wê 13 sale û ji aliyê kesûkarên wê yên li gundeke sînorê Hesekê bi bahaneya pirsgirêka namûsê bi guleyan tê kuştin.

Hemwelatiyan li hember vê bûyera kuştina wê keça biçûk acizî û nerazîbûn nîşandan û daxwaz dikin kesûkarên wê û ew kesên ku destê wan di kuştinê de heye bên ceza kirin.

Li gor wan girte videoyên li medya civakî jî belav dibin kesûkarên wê keçê bi erebî diaxivin û bi çek guleyan berdidin wê.

Hûn dikarin bi vê lînkê ve li dîmenan binêrin: https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=187666366700647&id=100063718555074

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Eger PKK derkeve ji bo Tirkiyê jî hincet namîne

Lalish Duhok

Barzanî:Kurdistan bi danûstandin û li hevtêgihîştinê kar ji bo peydakirina mafên xwe dike

Lalish Duhok

Runshtineke vekirî li baregayê desteya cînosaîdê li Duhokê bi rêve çow

Lalish Duhok