شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere dike, hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê careke din zêde bûye.

Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di raporta vê hefteyê de mixabin careke din hejmara pêketiyên Koronayê ber bi zêdebûnê ve diçe.”

Dr. Saman Berzincî got: “Ev rewşa niha bi zêdebûna amarên Koronayê li hin welatan û Iraqê re hevdem e. Divê welatî rêkarên xweparêziya ji vê vîrûsê cibicî bikin.”

Destnîşan kir jî, “Li ser vexwandina Parlamentoya Kurdistanê, îro serdana Parlamentoyê dikim û raport û zanyariyên derbarê vîrûsa Koronayê û sektora tendirustiyê bi giştî pêşkêşî Parlamenteran dikim.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im kongreya YNKê bibe derfetek

Lalish Duhok

Şandekî Desteya Bilinda Bingehê Laliş beşdarî di bîrewerya êksalya wexera şêwekar (Xidir Hesûn) nasyar bi (Babê Thabit) da kir.

Lalish Duhok

DAIŞê bi zarokên çekdar 5 dîlên Kurd şehîd kirin

Lalish Duhok