Dijeterora Kurdistanê: Şehîdkirina Emîn Îse berdewamiya kiryarên dijmirovahî yên PKK’ê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterora Kurdistanê şehîdkirina Emîn Îsa di bin eşkenceyê de bi tundî şermezar kir û ragihand, “Şehîdkirina Emîn Îse di bin eşkenceyê de, berdewamiya kiryarên qirêj û yên dijmirovahî yên PKK’ê ye.”
Dezgeha Dijeterora Kurdistanê derbarê şehîdkirina endamê PDK-Sê Emîn Îsa di zîndanên PYDê de di bin eşkenceyê de daxuyaniyek li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir.
Di daxuyaniyê de hat: “Şehîdkirina Emîn Îse di bin eşkenceyê de, berdewamiya kiryarên qirêj û yên dijmirovahî yên PKK’ê ye.”
Dijeterora Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “PKK wek pîşeyê xwe yê her tim, li her derê hest bi desthilat û xwesepandinê bike, dûrî yasayê û urfên mirovatiyê, ji bilî xwe rê nade ti bîr û hizrên din.”
Herwiha got: “Desteserkirin, eşkencedan û şehîdkirina Emîn Îsa ji aliyê PYDê ve ku dirêjahiya PKKê ye û şermezarkirina vê tawanê ji aliyê Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ve, wê rastiyê tekez dike ku PKK û PYD wek du rûyên diravekî ne, Ji bilî hêzeke dijmirovahî, radîkal, takperestî, xwespandin û dij-Kurdistanê, tiştekî wan ê din nîne.”
Emîn Îsa Elî ku endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, roja 22ê Gulana borî ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî dibêje, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.
Emîn Îsa Elî ji dayikbûna sala 1986an e û ji gundê Bîrikê yê Dirbêsiyê ye. Emîn zewicî ye û bavê 2 zarokan e.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî