شبكة لالش الاعلامية

Ronkirnek ji Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ve

Ronkirnek ji Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ve

Tora Laliş

Ev bûyerên niha li Şingal çê dibin ji encamê siyaseta şaş ya Hikumeta Iraqê ne, û bi hemû şêweyekî hebe em nebi tundûtîjyê re ne.

Xonîşandan bi şêweyekî aştî mafekî rewaye, û hevşkandina pîrozyên ol û aynan bi çi rengan karekî neciwane û bi her awayekî hebe nayê qebûl kirin ji her alîyekî hebe, eve hemû distoyê Hikumeta Iraqê daye divya kar li ser cêbecêkirina rêkkeftina Şingalê bike.

Belavkirina postên bê binema û dûr ji rastiyê ji pênav bi destxistina çend Like an, dibe eger ku aştewaya civakî nemîne, divê cihên berpirs çavdêryê biken û wan kes û Page an rûbrûy yasayê biken.

Ev qonaxa em têda derbazdibin divê em hemû bi giyanekî berpirsyaryê temaşe biken, ji navçona rewşê di qazanca çi kes û alyekî da nîne bitenê dujminê me nebe, lewma ricadiken em hemû bi huşyar û hekîmane mameleyê digel rewşa niha biken û pêkve bibne hokarên xêrê û tifaq û aştyê ku herdem peyam û ferhenga Êzdiyan ew bûye û fere em pêkve destkeftên xwe bi parêzin.

Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî
28\4\2023 Duhok

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bavê alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî: Celadet Alî Bedirxan

Lalish Duhok

Ji rêze çalakiyên Bingehê Laliş Şingalê û ofîsên wê

Lalish Duhok

ŞINGAL – 10 gorên bikom hatine vedîtin

Lalish Duhok