شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî teqîna li navçeya Sedir a Bexdayê şermezar kir

Nêçîrvan Barzanî teqîna li navçeya Sedir a Bexdayê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê teqîna li navçeya Sedir ê paytexta Iraqê şermezar kir û ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyên pizşkî û çareserkirina birîdnaran amade ye.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Ez gelek bi tundî vê êrişa terorîstî şermezar dikim ku bi bombeke vedayî bajareke bajarê Sedir li Bexdayê kir armanc û di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwaze û hêvî dike ku birîndarên teqînê di demeke nêzîk de baş bibin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan dike: “Nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina hemû alîkarî û hevkariyên pêwîst ên pizîşkî û pêşwazî li birîndaran amade û vekirî ne.”

Êvara Duşemê 19ê Tîrmeha 2021ê teqînek li nav bazareke gelêrî ya bi navê El-Wahilat a bajarê Sedir li rojhilatê Bexdayê çêbû.

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihandiye, teqîn bi rêya bombeke vedayî bûye.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên ewlehî û tendirustî yên Iraqê ve, di teqînê de 30 kes hatine kuştin û 60 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên Iraqî ragihandine, lêgerîn li cihê teqînê berdewam e û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Yehya Resûl, Berdevkê Serbazî yê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye, piştî teqînê Mistefa Kazimî biryara desteserkirina berpirsê ewlekariyê yê navçeyê û encamdana lêkolînê daye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha biryar daye, her fermandar û berpirsekî ewlehiyê li navçeya Sedir û Bexdyaê ku xemsarî di erkê xwe de kiribe, lêpirsîn pê re bê kirin û radestî dadgehê bê kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Hewlêrê di konferansekî de keçên êzdî û jinên 7 welatan gotûbêj li ser rizgarbûna ji milmilaneyên çekdarî dikin

Lalish Duhok

Peyamek ji Bingehê Laliş derbarey bûyera tîroristîya evro li Dihokê

Lalish Duhok

PKKê li Şingalê ‘hêza komando’ ava kir

Lalish Duhok