شبكة لالش الاعلامية

Şingal- Nasnameya 104 termên gorên bikom aşkere bûn

Şingal- Nasnameya 104 termên gorên bikom aşkere bûn

BasNews– Endamê Desteya Lêkolînan û Komkirina Belgenameyên Duhokê Felah Hesen ragihand  nasnameya 104 termên gorên bikom ê li Şingalê aşkere bûne.

Îro roja înê 27.11.2020an Endamê Desteya Lêkolînan û Komkirina Belgenameyên Duhokê Felah Hesen  ji BasNewsê re axivî û da zanîn  beriya bi demekê termên 124 kesan ji gorên  bikom li Şingalê hatibûn derxistin û ji bo aşkerebûna nasnameyan termên wan bo pizîşkiya  dadî ya Bexdayê hatibûn şandin. Herwiha di encama lêkolînên pizîşkiya dadî de nasnameya 104 terman hat aşkere kirin.

Di berdewamiyê jî de  Feleah Hesen da zanîn li gundên Sulax û Koco 2 gundên bi kom hatine dîtin û li gundê Koca 31 term û li gundê Sulax jî 89 kesan hatibûn dîtin.

Rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2014an de êrîşî Şingalê kiribû û bi hezaran kurdên êzdî qetil kiribûn û bi hezaran keç û jinên êzdî jî revandibûn. Heta niha aqûbeta bi hezaran keç û jinên êzdî yên DAIŞê revandibûn jî nayên zanîn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Civata parêzgeha Kerkûkê wê dengdanê li ser bilind kirina Alayê Kurdistanê bike

Lalish Duhok

Gringîya(Kum û Xerqe) di ola Êzidiyan da hate behiskirin

Lalish Duhok

Serokê‌ bingehê‌ laliş: Bawer nakem Êzidî ji kabîna nû ya Hikumeta Kurdistanê‌ bê‌ behr bin

Lalish Duhok