Ce’fer îmînkî, Endamê mekteba sîyasî ya partî seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.
Tora Laliş ya ragehandinê.
Bi merema pêşkêşkirina pîrozbahîyan li Desteya nû ya Bilinda Bingehê Laliş , Îro danê sibehî rêkeftî 21î îylula 2022ê endamê mekteba syasî ya partî dîmukratî Kurdistan seredana Bingehê Laliş kir li parêzgeha Dihokê û ji layê serok û cêgir û endamên Desteya Bilinda Bingehê Laliş ve hate pêşwazîkirin .
Endamê mekteba syasî ya partî dîmukratî Kurdistan (ce’fer îmînkî) bi helkefta helbjartina Desteya nû ya Bilinda Bingehê Laliş pîrozbahî li hemû sitafê Desteya nû kir u daxwaza serkeftinê bo xwast di kar û çalakî û bizava çand û civakî da .
Ji layê xweve (Se’îd Cirdo) serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş supasîya seredana wî kir û da zanîn ku Bingehê Laliş dê di xizmeta çand û civak û Êzdînasyê dabit li gorey diruşmê xwe.
Di hête zanîn ku li 4î tebaxa ev sale kongrê 14ê yê Bingehê Laliş hate gêran li Parêzgeha Dihokê u desteyeka nû ji layê endamên kongrey ve hate helbijartin bo bi rêvebirna vê sazîya rewşenbîrî u civakî .
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî