Barzanî pêşewazî li Selahedîn Behaedîn kir
Îro pênçşemiyê 09.02.2017ê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, Mamosta Selahedîn Behaedîn kir.
Li hevdîtinê de derheqê rewşa navçeyê bi giştî û proseya siyasî li Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de guftûgokirin û balkişandin li ser bandora eger û pêşhatên piştî têkşikandina DAIŞê ya li ser Herêma Kurdistanê.
Di vê hevdîtinê de li ber çav girtina derfet û gefan, tekez li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê kirin û pêngavên çareserkirina arîşe û kêmasiyên Herêma Kurdistanê nirxandin û hevdû têgihîştin û hevramaniyan ji bo tevahiya pirsan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi destpêkeke erênî zanîn ku bibê sedema başkirina rewş û debara xelkê Herêma Kurdistanê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî