شبكة لالش الاعلامية

Heyder Şeşo: Çûna me ji bo nav Wezareta Pêşmergeyan de daxwaza me bixwe bû

Heyder Şeşo: Çûna me ji bo nav Wezareta Pêşmergeyan de daxwaza me bixwe bû

BasNews

Fermandarê Hêza Êzîdîxanê, Heyder Şeşo eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê biryar çûna hêza wan di nav Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, qebûl kiriye.

Derheqê bi çûna Hêzên Êzîdîxanê ji bo nav Wezareta Pêşmergeyan de, Fermandeyê Hêza Êzîdîxane ji bo K24ê ragehand ku heta niha bi fermî hêza wan neçûye ser Wezareta Pêşmergeyan û got:”Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî biryara çûna Hêza Êzîdîxane ji bo nav Wezareta Pêşmergeyan de qebûl kiriye.”

Şeşo tekezî li ser vê yekê jî kir ku ev biryare, daxwaz  wan(Wek Hêza Êzîdîxanê) bixwe bûye.

Berê Heyder Şeşo ji bo BasNewsê ragehandibû ku carê du hezar kesên ku  nav hêzên parastina êzîdîxanê de ne dibine Pêşmerge lê belê navê hêza wan her wek xwe dimîne û ferman û birarên xwe jî, li Barzanî û Wezareta Pêşmergeyan werdigirin û ew dibine Hêza Parastina Êzîdîxanê ser bi Pêşmergeyên Kurdistanê, renge hênek nîşanên wan bimînin, ew dibine hêzeke Pêşmerge ji bo parastina hemû deverê her erkek ji bo wan bê dayîn ew vê ji bo parastina wê şûnê  birêkevin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî peyamekî giring belav kir

Lalish Duhok

Parlamentoya Ewropayê di merasîmekê de xelata Saxarov da her du keçên Kurdên Êzdî Nadiya Mûrad û Lemîea Beşar.

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im kongreya YNKê bibe derfetek

Lalish Duhok