شبكة لالش الاعلامية

Biden û Mistefa Kazimî li Koşka Spî hevdîtin kirin

Biden û Mistefa Kazimî li Koşka Spî hevdîtin kirin

BasNews – Serokê Amerîka Joe Biden pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û ragihand, êdî Amerîka di şerê terorê de tenê alîkarî û rahênana artêşa Iraqê bike.

Serokê Amerîka Joe Biden îro li Koşka Spî pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Mistefa Kazimî di civînê de ragihand, pêwendiyên Amerîka û Iraqê ji hemû deman bihêztir in û got, em hez dikin Iraq û Amerîka zêdetir nêzîkî hev bibin.

Joe Biden jî got ku Amerîka dê li ser alîkarîkirina Iraqê û artêşa wî welatî berdewam be lê êdî dê tenê alîkarî û rahênana artêşê bike di şerê terorê de.

Biden da zanîn jî ku ewê hinek vaksîna Koronayê jî bidin Iraqê.

Beriya niha Amerîka ragihandibû, hêzên wan êdî ji rewşa şerker li Iraqê derdikevin û tenê dibin hêzên piştevan bo artêşa Iraqê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parlamentoya Iraqê bêyî rizamendiya kurdan, bûdceya sala 2018 pesend kir!

Lalish Duhok

Serok Barzanî ji bo bîranîna Enfala Badînanê: Divê dewleta Iraqê jenosîd û wan tawan û zilman qerebû bike

Lalish Duhok

Barzanî li Bexdayê got: Serxwebûn mafê me ye!

Lalish Duhok