شبكة لالش الاعلامية

Keçeke koçber a Şingalê namzede ji bo şahciwaniya Iraqê

Keçeke koçber a Şingalê namzede ji bo şahciwaniya Iraqê

BasNews – Keça koçber a Şingalê li kampa Bêrsivî – 2 ya Zaxoyê Emîra Etu diyar kir, wek keçeke koçber a ŞIngalê xwe ji bo şahciwaniya Iraqê wek namzed nîşan daye û hemû hewlekê dê bide ku bibe şahciwana Iraqê.

Keça koçber a Şingalê ya li Zaxo jiyan dike Emîra Etu ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî min zanî pêşbirka şahciwaniya Iraqê dest bi wergirtina navên keçan kiriye, ji bo şahciwaniyê min jî ev wek derfetekî dît û wek keçeke koçber a Şingalê CVya xwe pêşkeşî lijneya şahciwaniyê kir. Daxwaza min ew e bi vê rêyê ve ez bikarim piştevaniya keçên Şingalê bikim, ku ev 7 sale di bin xîvet û çadiran de ne û ji ber rewşa xirab a Şingalê nekarîne vegerin. Min xwest xwe bikim namzed ku piştevaniya keçên koçber re bikim ku ew jî bikarin karekî encam bidin.’’

Herwaha got: ‘’Di sala 1994ê de ez li Şingalê ji dayîk bûme û sala 2014ê jî li Şingalê koçber bûne, lê em herdemê xwedî hêviyên mezin in û berdewam bo pêşve birina şiyanên xwe kar dikin. Me xwest bi rêya şahciwaniya Iraqê dengê zulma li sala 2014ê bi serê keçên êzdiyan hatiye bigehînin cîhanê.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Jinên kurd – xanimên Rojê (lêkolîn)

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: Biryar hate dan dergehê endametiya Bingehî vekrî be

Lalish Duhok

Şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê serdana Lalişê kir

Lalish Duhok