شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî cejna Çilê Havînê li kurdên êzîdî pîroz kir

Serok Barzanî cejna Çilê Havînê li kurdên êzîdî pîroz kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Çileya Havînê ya kurdên êzîdî peyamek belav kir.

Îro 2 Tebaxê û cjena Çilê Havînê ya kurdên êzîdî ye. Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta cejna Çilê Havînê ya xûşk û birayên êzîdî pîrozbahiyeka germ li encumena rohanî û hemî êzîdiyêt Kurdistan û cîhanê dikem.

Ez hêvîdar im ev cejne bo hemî êzîdiyan û bi taybet êzîdiyêt Kurdistanê bibîte destpêka xoşiyê û qencbûna hemî birîn û êş û azarêt destê terorê. Hêviya min ew e ku xûşk û birayêt êzîdî jiyan û hemî cejn û helkeftêt ayînî di aramî û tenahiyê de derbas biken.

Cejna hese pîroz bît û bimînin bi xêr û xoşî.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî serdana sengerên Pêşmerge kir

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan gefa terorê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî peyamek belav kir!

Lalish Duhok