شبكة لالش الاعلامية

Encûmena Wezîran plana niştimanî ya ji bo mafên mirovan gotûbêj kir

Encûmena Wezîran plana niştimanî ya ji bo mafên mirovan gotûbêj kir

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro çarşemê 8ê Îlona 2021ê civîna xwe ya asayî encam da.

Di beşa yekem a civînê de reşnivîsa proje yasaya “serperiştîkirina projeyên çandinî li Herêma Kurdistanê” ji aliyê Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî ve hat pêşkêşkirin. Piştî gotûbêj û danûstandina ramanan û pêşkêşkirina çend têbîniyan, ji aliyê Encûmena Wezîran ve bi piraniya dengan proje yasa hat pesendkirin û piştre dê ji parlamentoyê re were şandin ji bo rewakirina wê. Ev yasa dê roleke bi bandor bilîze di dîtina derfeta kar de ji bo derçûyên fakulte û peymangeh û amadehiyên çandiniyê û derçûyên perwerdehiya veterînerê, ewên ku li saziyên hikûmetê hatine damezrandin. Herwiha dê bibe sedema vejandin û pêşxistina projeyên çandiniyê li bin serperiştiya xwedî şiyanên zanistî, ku ev jî beşek ji bernameya karê kabîneya hikûmetê ye.

Di beşa duyem a civînê de, ji aliyê Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî ve “Plana niştimanî ya Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan 2021 – 2025” hat pêşkêşkirin, weke beşek ji pabendiya Herêma Kurdistanê bi plana niştimanî ya federal ku li ser bingeha wan rêkeftinên navdewletî ku Iraq tê de endam e, bi liberçavgirtina têbînî û raspardeyên rêxistinên navdewletî ku armanca wê guncandina yasayên berkar ên Herêma Kurdistanê ye ligel peymanname û rêkeftinnameyên navdewletî û ew maf û azadiyên di destûra federalî de hatine, tevî beşdarîkirina Herêmê di çarçoveya şandên federalî de di gotûbêj û pêgehên navdewletî de bi warê mafên mirovan û bihêzkirina saziyên Herêmê di cîbicîkirina raspardeyên navdewletî de û pêşvebirina rola jinan û pêkhateyên olî û netewî û piştevaniya aware û penaberan û destnîşankirina aliyên pêwendîdar ji bo cîbicîkirina planê. Piştî pêşkêşkirina çend têbîniyan, biryar hat dayîn ku di civîna hefteya bê ya Encûmena Wezîran de biryara dawî ya pesendkirinê were dayîn û bikeve warê cîbicîkirinê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pêwîstiyên navmalê ji bo koçberên kampa Şarya yên ziyan dîtine tên dabîn kirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Barzanî soz da nûnerên mamostayên nerazî

Lalish Duhok

Li sînorê Zaxo bendavek tê ava kirin

Lalish Duhok