شبكة لالش الاعلامية

Hirça du lingên wî şikestî li Xarpêtê hat dermankirin

Hirça du lingên wî şikestî li Xarpêtê hat dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoçgirî ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê têjika hirçê ya ku du lingên wê şikestibûn hat dîtin, ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Ajelan a Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê.

Tîmên Rêvebertiya Parkên Netewî û Parastina Jîngehê yên Şaxa Sêwazê têjika hirçê ya ku du lingên wê şikîya bûn birîn Xarpetê.

Têjika hirçê li Nexweşxaneya Ajelan a Zanîngeha Firatê hat emelyatkirin û hat diyar kirin ku rewşa tendirustiya wê baş e.

Serbijîşkê nexweşxaneyê Prof. Dr. Mehmet Cengîz Han diyar kir ku ew texmîn dikin di encama lêxistina otomobîlê de hirç birîndar bûye û piştî dermankirina pêşîn hatiye emeliyatkirin.

Prof. Dr. Mehmet Cengîz Han wiha berdewam kir “Me bi xwarin û serûman rewşa giştî ya hirçê baştir kir. Di lingê wê yê paşîn de şikestinek vekirî hebû û enfekte bibû. Bê guman, me pêşî dermankirina antîbîotîkî da destpêkirin, da ku pêşî li enfeksiyonê bigirin. Platek û mîxek bijîjkî li ser lingê pêşîn hatin danîn, tenê pin bi lingê paşîn ve hat xistin. Em dê şikestinên di hestî de heya demekê bişopînin, piştî ku dermankirin qediya, ajelê paşde radestî rayedaran bikin û li herema ku hatiye dîtin berdin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta navxwe ya Iraqê: Li Bexda keçek temen 17e salî bi 7 hezar dolar hat firotin

Lalish Duhok

Donald Trump kîye û çawa gihişt koşka Spî­?

Lalish Duhok

Welatiyê Cindirêsê: Mala min du caran xera bû, cara sêyem jî Xwedê xera kir

Lalish Duhok